SERRÛPEL

HELBEST

ÇÎROK ZIMAN LÊKOLÎN WÊNE REXNE DERBARÊ REZO HEVPEYIVÎN PEYWENDÎ
                   
 

Rezoyê Osê

 

Heyder Omer:

Rezoyê Osê wek ku min nas kir*

                                                                                                   

 

Rezoyê Osê yekek ji wan kesên zû ji nav me barkirin bû, Ku em hîna jî hewcedarên ked û pênûs û cefayên wan bûn, lê mixabin, wek ku penda kurdî dibêje; gava mirin hat nabejê evî mezin e, an biçûk e, nabêje ev xebatkar, çalak, berhemdar e, an tenbel e, belê destên xwe digerîne, û pirê caran jî kesên kêrhatî, çalak û ji bo gel û welatê xwe sûdar in, bi ber dava wan destan dikevin.Weha jî mirinê vê carê Reoyê Osê ji nav koma çalakvanên me vebjart, û bê dilê me ew ji dest me revand.
Tevî me dizanîbû, ku mirinê ji salekê berê de, li ber deriyê mala wî kon vegirtibû, derfet dipelandin da derbas hundir bibe, û Rezo jî bi berxwedana bê hempa pêre rû bi rû bûbû, û tevî me dizanîbû jî, ku dawî dê mirin bi ser keve, lê nûçeya vê serkevtinê roja pêncşemê li 4ê avdarê bi min giran bû, wê nûçeyê ez tengijandim, û rondikên min herikandin. Pêre jî bîriya min vegerande beriya 20 salan.
Min navê Rezoyê Osê bihîstibû, lê min ew nedîtibû, yekemîn car sala 1990, em pêrgî hev hatin. Hîngê ew ji Cezîrê hatibû, li gel rewşenbîr û nivîsevanên kurd li Helebê, hevdîtin ji bo kovara Stêr pêk dihanîn. Wê hîngê min rastiya tiştên, ku min dibihîstin, dît.
Wêneyê wî yê berê, ku bi bandora bihîstinan,di serê min cih girtibû, ji rastiyê dûr nebû; Rezo beriya axiftvan be, guhdarê hêja bû, rûmeta kesê hember xwe digirt. Bi hestewerî û rêzdarî guhdarê te bû, gotina te nedibrrî, û gava daxivî jî axiftina wî bi pêwr û mêzîn bû, bi dengekî nerm û hêdî bû, û ji metelok û pendên kurdî ne vala bû, heya ku cidabûn jî di navbera nerîn û boçûnan de hebûwa, ewî bi berkenî û awayê dostan e û hepîşeyî bersiva te dida, û bergeh di nabera xwe û te de kurt dikir. Ev nirx jî yekemîn nirxên danûstandinên rûmetdar in.
Cara duwemîn jî sala 1993ê me hevdu dît, xemxwariya çand û wêjeya kurdî em kirin hevpîşeyên kar û xebata rêdeksiyona kovara ( PIRS ), û weha heya havîna sala 1999ê em bi hev re man. Xebata hevbeş ya van 7 salan kesayetiya Rezoyê Osê li ber çavên min zelaltir kir, ku ew çiqas ji bo çand û wêjaya kurdî fedakar bû.
Cara dawî jî par bû, ku ew ji bo dermankirinê hatibû Elmayayê,lê mixabin ez bi derengî hatim agahkirin, ku ew hatiye, gava min telefonî wî kir, ew li ser riya vegerê bû, vê lomê me hevdu nedît, tenê bi qasî katekê em bi hev re peyivîn. Ewê hevpeyvînê dîsan wêneyê wî yê berê li ba min çespand, û bi ser de jî berxwedana wî ya bê hempa, li hember wê nexweşiya giran, da xuyakirin.
Rast e, Rezoyê Osê, wek tekekes, di vê jiyanê de dilopek bû, û di nexşeya êthniya Kurd, û ya cîhanê de, wek ku Ezîz Nîsîn dibêje, xaleke biçûk bû, û li ser Etlesan jî di qoziyeke teng û tarî de, mîna hemî hemwelatiyên xwe, hatibû hêştin, lê ewî rola xwe bi dilsojî û dilsozî lîst, û bi cefayên xwe ken û şahî li ser lêvên zarokên kurd weşand, û bû hevalê wî refê, ku hêviya duwaroja wêjeya kurdî geş kirî.
Rezoyê Osê yekek ji endamên nifşê duwemîn bû li jêrxetê, ku ji sala 1970yî de dest bi hînbûn û nivîsîna kurdî kiri bû, û ta roja dawî bê rawestan dest jê derneda, çel sal ji jiyana xwe bi ser gelek warên nivîsînê û babetan de parvekiribû.
Ez naxwazim babetê dirêj, û gotinan dubare bikim, lê dixwazim hema bi kurtahî bînim bîriya guhdaran, ku ew di demezrandin û rêdeksiyonên gelek kovarn de xebitiye, çîrokên aferînî nivisandine, û gelek jî ji zargotina kurdî bo zarokan dane hev û çapkirine, û gelek lêkolînên zimanewanî û wêjeyî, hem di kovar û malperan de weşnadine, û hem jî di komcivîn û vestîvalên wêjeyî de xwendine, helbest nivisandine, hinek berhemên wêjeya erebî û ya almanî bo zimanê kurdî wegerandine, bi ser de jî gelek destnivîs bi şûn xwe de hêştine.
Her weha çalakbûna wî di korsên fêrbûna zimanê kurdî de, di damezrandin û endametiya gelek sazî û komelên rewşenbîrî û wêjeyî kurdî de, di beşdariya gelek vestîval û kongirên wêjeyî de jî ji bîr nabe.
Ez naxwazim bibêjim, ku koçbûna Rezoyê Osê valahî di Pehnava tevgera wêjeyî û rewşenbîrî kurdî de peyda kir, ji ber ku rêhevalên wî hîn li rê ne, û wê li rê bimînin, lê tenê dixwazim bibêjim, stêrkeke geş ji ezmanê wêjeya me ket, divê em her hewl bidin, da ronahiya wê ji bîra nekin.
Rezo yê Osê!. Ez nabêjim oxir be, ji ber ku dizanim veger nîne, lê dixwazim bêjim, keda te dê her tim te di bîriya me de bihêle.

 

                                                                                                   

Elmanya 10. 04. 2010

 

* Ev gotar di çelrojiya Rezo yê Osê de li bajarê Hannover hate xwendin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

rezo@rezoyeose.com

Destpêk: 01. 03. 2011